SerekeSîyasî

Sûrên Papîkyan û Sêrgêy Şoygû pirsên derheqa bêqezîyabûna herêmîda gotûbêj kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên  Papîkyan rastî wezîrê Rûsîyayêyî parastinê Sêrgêy Şoygû hatîye. Wezîrên herdu welataye parastinê cêrge pirsên bêqezîyabûna herêmîda gotûbêj kirine.

Sûrên Papîkyan halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya û usa jî bûyarên van axirîyaye li Arsaxê raber kirine û gotîye, wekî hal dîsa usa sert dimîne. Xeberdan derheqa rola aşîtîparêzên rûse li Arsaxê çûye.

Wezîrên herdu welata bername û mecalên bona pêşxistina hevkarîya ermenîya-rûsaye leşkerî gotûbêj kirine.

Fikir dora pirsên bêqezîyabûna navnetewîda hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button