H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Avropayê piştgirîyê dide werguhastinên li Ermenîstanê

Yekîtîya Avropayê piştgirîyê dide werguhastinên li Ermenîstanê, bi taybetî nava govekên qanûna û mafên mêrivda. Derheqa wê yekêda seroka dêlêgasîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê Andrêya Vîktorînê gotîye.

«Qayîlnivîsara derheqa hevkarîya berfirehkirîda ji alîyê Ermenîstanêda çawa rênîşa werguhastina hatîye qebûlkirinê. Bo wê yekê jî em bi aktîvî  beşdarî şuxulkarîyên werguhastinên nava govekên hiqûqî, şerkaîya dijî ruşetxwerinê û polîsîyayê dibin. Piştgirîya bi sirê, ya bona werguhastinên nava goveka hiqûqîda hatîye kirinê, ya ku ji heyşt mîlyon yûroyî zêdetire. Ji alîyê sîstêmên avropîda hatîye birîyarkirinê, ku hevkarîyê bedewamkin, heger hevkarîya pêşda baş hatîye qîmetkirinê.Ev yek jî dide kifşê, wekî li Ermenstanê werguhastin tên mîyaserkirinê»,- Andrêya Vîktorînê  gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button