Komîsîya Partîya Dêmokratîk, ya Gela, ya pirsên zaroka elam kirîye, wekî meha tebaxêda dironên tirka 8 zarok kuştine û 24 jî birîndar kirine.Komîsîyayê dew kirîye ku mîyaserkira li ber cabdarîyê bidine sekinandinê.
Em bêjin, wekî wekîlê komîsîyayê Husêyn Kaçmaz prêss-konfêrans derbaz kirîye, ya ku pêşkêşî wê pirsê kirine. Hatîye dîyarkirinê, wekî Tirkîya êrîşên xwe li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê zêde dike.
Kaçmaz daye dîyarkirinê, wekî vê mehêda nava encamên êrîşên dironên tirkada, 8 zarok hatine kuştinê, lê 24 jî birîndar bûne.Ewî sîyaseta dijî kurda û bêdengîya înstîtûtên navnetewî, bi taybetî Organîzeya Netewên Yekbûyî, gunekar kirîye.