Gav dewsa gavê: fikira derheqa encamê hevdîtina Paşînyan û Elîyêv
Çawa ku me got, îro hevdîtina Nîkol Paşînyanê serokwezîr, serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv û serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl têra hatîye dîtinê. Pêşîya vê hevdîtinê rêdaktorê rojnama ermenîye “Azdak” ê, ya ku li Libnanê çap dibe, Şahan Gantaharyan fikira xwe daye dîyarkirinê.
Bi gotina Gantaharyan Bryûsêl cedandinên xwe dide xebatê ku mîsîya navçîgarîyê berdewamke û dicêribîne her dem dijî Moskvayê derkevin.
“Ez nafikirim, wekî encamê berbiçev wê hebe.Li vir Moskva dîsa di navbera herdu alîyada dimîne. Bryûsêl diqewime li ser rasta hûmanîtarî, li ser paşdavegerandina dîlên leşkerî bixebite, lê bi fikira min ew yek bi formûla “Gav dewsa gavê” va girêdayîye.
Ez difikirim, wekî giranîya aktîvîya Waşîngtonê û Bryûsêlê usa jî encamên şerê Ûkraînayêva girêdayîye”,-Gantaharyan gotîye.