H’emû nûçeSereke

The Show Must Go On: Brayan Mêy û Sêrj Tankyan  li ser sehneya STARMUS pêrformanseke bêhempa pêk bînin

Nava çend rojan da Ermenîstanê fêstîval STARMUS ye mûzîkayê û zanistîyê qebûl bike. Fêstîvala ku wê li komplêksa konsêrêta  û sporte bê derbazkirinê,bi formata xwe ya yekemîne.

Li gorî Armênprêssê, hevkarê fêstîvala STARMUS ê, steyrknas Garîk Îsrayêlyan  axaftina xwe ya bi rojnamevanan re piştrast kir ku tiştê ku emê li Ermenîstanê bibin şede, li tu welatekî din nebe mînak.

Wî da zanîn ku heger her sal li welatên cuda fêstîval û çalakîyên cuda yên mûzîkî,  yan jî yên din bi heman formê bên organîzekirin, wê demê STARMUS yekta ye û nayê dubarekirin. Mijar û mijarên ku di çarçoveya fêstîvala îsal da tên nîqaşkirin tenê yekin û vê carê jî ji Ermenîstanê re derfeteke bêhempa hate dayîn ku fêstîvalê bike.

“Ez bi rastî dixwazim ku mirov fêstîvala STARMUS cidî bigirin, ji ber ku ew bi rastî bêhempa ye. Hemû mîhrîcanên STARMUS ê hertim nayên dubarekirin û  me bi hemû hêza xwe hewl da ku STARMUS a ku li Ermenîstanê tê lidarxistin, bi tu awayî ji fêstîvalên berê yên organîzekirî kêmtir nebe, bibe dîrok û  bîra mirovan da bimîne”.

Îsrayelyan bal kişand li ser bûyarên pêşerojê û destnîşan kir ku ji bilî dersên bêhempa, gotûbêjên maseya dor û du konserên mezin tê çaverêkirin. Di nav wan de, wî konsera Brayan Mêy,  teşkîldarê festîvalê, gîtarîstê koma  Queen, destnîşan kir, û bal kişand ser taybetmendîyeke pir girîng. Mêy  hema di hemû fêstîvalên STARMUS da yek yan du pêrformansa pêk anîye, lê li Ermenistanê wê 5 an jî zêdetir pêrformansa wê hebe.

Brayan Mêy  strana Queens The Show Must Go On bi pêşekvanê System of a Down Sêrj Tankyan. Beşa mûzîkê ya mîhrîcanê de jî dê ji bo hostayê dûdûkê cîhanê Cîvan Gasparyan rêz bê girtin. Îsrayêlyan bêyî vekirina kevokan anî ziman ku gelek syûrprîzên balkêş li benda beşdarên fêstîvalê ne.

“Herwiha girîng e em behsa merasîma dayîna madalyaya Stîvên Hokîng jî bikin, ku têda bernameya konserê ya taybet bi pêrformansên bijare jî tê pêşbînîkirin. Di nav bûyerên balkêş de jî gotûbêja maseya dor 108 deqeyî ya bi beşdarîya xelatgirên xelata Nobêl, Partiya Stêrk, ku dê bi beşdarîya mêvan û zanyarên cîhanê yên navdar li Garnîyê bê organîzekirin, ku têda têlêskopên di çarçoveyêda anîne Ermenîstanê. dê mîhrîcanê pêk were,” Îsrayêlyan got.

Bi gotina Garîk Îsrayêlyan, beşeke bername ya sereke ya fêstîvala STARMUS konfêransa “Kosmosê kifş bike û cîhanê biguherîne”  ku  li sere komplêksa konsêrtê ya sportê bê derbazkirinê . Nêzîkî 7000 beşdar wê hazirbin.

Ewî da kifşê ku ders, konsêrt û gotûbêjên sereke li Komplêksa  konsêrta bên lidarxistin, ku amadekarî berdewamin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button