Serokê Îranê rastî wezîrê Îraqêyî karên der Fûad Husêyn hatîye û xeberdana wan derheqa pevçûyînên li Îraqê bûye. Wextê hevdîtinê hatîye dîyarkirinê, wekî hevraxeberdanên Îranê û Erebistana Saûdîyê bona ewlehîya herêmê kardarin.
Îranzan Sargîs Grîgoryan daye dîyarkirinê, wekî halê li Îraqê pêşdahatî bona ewlehîya herêmê rîska raber dike, çimkî Qafqasîya Başûr û Rojhilata Navîn cînarin û her tevlîhevbûnek tehsîra xwe li ser nehîyên dor-bera dihêle.
«Bûyarên li Îraqê Îranêva girêdayîne. Îran zûva berjewandîyên xweye gêopolîtîkî Îraqêva dide girêdanê û ew alî jî yên ku ji hesabên Îraqê derin, ne gorî berjewandîyên Îranêne»,- Grîgoryan gotîye û serda zêde kirîye, wekî bi vî cûreyî Îran beşdarî pêvajoyên li Îraqê dibe.