H’emû nûçeSereke

Pûtîn û Paşînyan wê pirsa helkirina pirsgirêka Qerebagê gotûbêj bikin

7 ê îlonê serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn û serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, wextê forûma Rojhilatêye êkonomîkî wê pirsa helkirina pirsgirêka Qerebagê gotûbêj bikin. Derheqa wê yekêda alîkarê serokê Rûsîyayê Yûrî Ûşakov gotîye.

«Hîvîyêne wekî wê têma helkirina pirsgirêka Qerebagê bê gotûbêjkirinê. Rûsîya piştgirîya bona normalkirina heleqetîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda berdewam dike. Hêzên rûsîye aşîtîparêz ewlehîya herêmê çareser dikin»,- ewî gotîye.

Ewî usa jî daye dîyarkirinê, wekî herdu rêber wê usa jî pirsên pêwandîyên rûsa-ermenîya gotûbêj bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button