H’emû nûçeSereke

Pûtîn derheqa wan mîgrantada xeberdaye, yên ku cîguhastî Ermenîstanê bûne

Rûsîya wan hemû gava slav dike, yên ku karê didine bîznêsa rûsî. Li gorî ragîhandina  Armênprêssê, derheqa wê yekêda serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn wextê civîna Rojhilatêye li Vladîvostokê gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye, bi kîjanê hatibû gotinê, wekî mîgrantên rûs cîguhastî Ermenîstanê bûne.

«Em wî hemû tiştî silav dikin, çi ku karê dide bîznêsa Rûsîyayê. Heger qewil wî cûreyîne ku merivara dest dide ku rihet li Ermenîstanê bixebitin, bila bixebitin»,- Pûtîn gotîye û daye dîyarkirinê, wekî merivên ku hîmlî cîguhastî Ermenîstanê bûne, ew merivin, yên ku goveka têknolocîya raber dikin.

Bi gotina wî, Ermenîstan bona Rûsîyayê welatê xerîb nîne, meriv dikare li Yêrêvanê bixebite û li Moskvayê bijî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button