SerekeSîyasî

Dergehên sînora gerekê bona tucara bêne vekirinê: Hebîb Êksîk

Îdir her dem merkeza bazirganîyê, malhebûna gundîtîyê û heywantxweykirinê bûye, lê roja îroyîn ew rastî  xelayê û feqîrîyê tê .

Li Îdirê dergehên sînor, yên tevî Adirbêcanê û Nexçêvanê, tevî Ermenîstanê û tevî Îranê hene. Îdir wedekî dirêje ku ketîye bin êmbargoya êkonomîkî, ya ku ji alîyê hukumatêda hatîye kirinê.Bona binelîyên Îdirê kirîn-frotan qedexeye, li dor-berên sînora kirîn-frotan qedexekirîye.

Parlamêntvanê  Partîya Dêmokratîk, ya Gela, yê ji Îdirê Hebîb Êksîk gotîye, wekî ew yek ku dergehên sînora girtîne, dide kifşê, ku mecala xebatêye dawî ji meriva distînin. Ewî gotîye, wekî li provînsîyayê dereca feqîrîyê, xelayê û bêkarîyê gihîştîye asteke bilind û ev hemû tişt rûyê hukumatêdane, ya ku sîyaseta dijminatîyê hindava Îdirê dide kifşê.Êksîk gotîye, wekî ev ji wê yekê pêşda hatîye, ku binelîyn Îdirê dengê xwe nedane vê hukumatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button