H’emû nûçeSereke

Xerîtên bê bingehên qanûnî yên rast tenê tablo ne:Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di rûniştina civîna hukumatêda wextê pirs û bersivan li ser mijara xêzkirina sînor û xêzkirina di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê sekinî. Li gorî wî, xerîtên bêyî biryarên qanûnî tenê tablo ne. Paşînyan da zanîn ku eger em behsa  xerîta bikin, divê em xwe bispêrin wan xerîta, ku li ser bingeheke qanîne.

Bi gotina serokwezîr: “Sînorên ku Ermenîstana Sovyetê û Adirbêcana Sovyêtê ji hev vediqetînin, ku di sala 1991 de ew ji alîyê meclîsan bi danezana avakirina Hevalbendîya Welatên Serbest ya Almatayê hatin erêkirin, ji xwe ew hatine naskirin. Û  di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de sînor tune ye ne rast e. Ew sînor heye û ew sînor ji alîyê Adirbêcanê ve hatîye  teribandinê, ku êrîşeke du qonaxan pêk anî. Qonaxa yekem di 12 ê gulana sala borî de hatibû lidarxistin û qonaxa duyemîn jî niha tê pêkanî”.

Li gorî Paşînyan, Adirbêcanê êrîşên leşkerî pêk anîye û divê ji bo parastina yekparçeîya axa xwe, serwerî û serxwebûna xwe hemû rêbazên dîplomatîk, sîyasî û leşkerî-sîyasî bikar bîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button