
Hêzên Sûrîya Dêmokratîk opêrasîyona li qampa Al Xolê, ya li provînsîya Hesekê ser hevda anîne.Opêrasîyonê nêzîkî mehekê kişand. Nava encamên opêrasîyonêda ji 2OO î zêdetir meriv hatine girtinê.
Em bêjin, ew opêrasîyon piştî wê yekê destpê bûn, dema ku eşaretî hatine bihîstinê, wekî li qampê komên DAÎŞ ê ye veşartî hene.
Hêzên kurdara li hev hatîye 226 merivî bigrin, nava kîjanadanin 36 jinên êkstrêmîst, yên ku kuştina û kirinên têrorîstîva mijûl bûne. Derheqa wê yekêda nava elametîya Hêzên Sûrîya Dêmokrtîkda hatîye dîyarkirinê.
Wextê opêrasîyonê usa jî dest danîne ser cûrên sîlihaye cuda-cuda.







