H’emû nûçeSereke

Ermenîstan roja Serxwebûnê dide kifşê

Cejina Serxwebûna Ermenîstanê hersal 21 ê îlonê tê kifşkirinê.Ev cejin, cejineke Ermenîstanêye dewletê û miletîyêye.

23 ê tebaxa sala 199O î şêwira Ermenîstanêye Tewrebilind dêklarasîya derheqa Serxwebûna Ermenîstanêda qebûl kirîye, kîjanêda hatibû dîyarkirinê, wekî Komara Ermenîstanêye sosîyalîstîyê belav dibe û dewleta nû, Komara Ermenîstanê, saz dibe. 21 ê îlona sala 1991 ê, wextê rêfêrêndûma bona Serxwebûnê, cimeta ermenî dengê xwe da wê yekê, ku Ermenîstan ji nava teşkîla Yekîtîya Sovyêtê derkeve. Mijdara sala 1991 ê Lêvon Têr-Pêtrosyan çawa serokê Ermenîstanêyî ewlin hatîye hilbijartinê.

21 ê kanûna sala 1991 ê, komara Ermenîstanê gihîştîye Hevkarîya Welatên Serbixwe. Ermenîstanê 26 ê kanûna wê salê jî, nava encamê belavbûna Yekîtîya Sovyêtêda, serbixwetî dest anîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button