H’emû nûçeSereke
Nava qayîlnivîsara 9 ê mijdarêda derheqa rîya Adirbêcan-Nexçêvanêda tu tişt tune
Elametîya 9 ê mijdara sala 2O2O î rîya ji Adirbêcanê berbi Nexçêvanê têra nabîne. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma elam kirine.
«Pêvajoya vekirina rêyên transportê û pêwandîyên êkonomîkî, yên li herêmê, nesekinîye. Çêkirina rîya nava Ermenîstanêda hê destpê nebûye, lê derheqa rîya ji Adirbêcanê berbi Nexçêvanê nava elametîya 9 ê mijdara sala 2O2O da tu tişt nehatîye kifşkirinê»,- nava elametîya Sputnik Armênîyayê da hatîye gotinê.
Wezîretê usa jî daye dîyarkirinê, wekî wedên konkrêt, yên bona aktîvkirina rîya hesinî û rîya avtomaşîna nehatine kifşkirinê.