SerekeSîyasî

Armanca provokasyona Adirbêcanê astengkirina civîna wezîrên der yên her du welatan e

Di 28ê îlonê da, hêzên artêşa Adirbêcanê ku bi awayekî neqanûnî li axa Komara Ermenîstanê bi cih bûne, bi çekên mezin, careke din agirbest bi awayekî hovane binpê kirine û berbi beşa sînorê Ermenîstanê-Adirbêcanê gule barandine, nava encamê kîjanê da 3 kuştî ji alîyê ermenî da hene.

Provokasyona din ya Adirbêcanê ku berdewamîya êrişa berfireh ya li dijî yekparçeyîya axa Ermenistanê ye, ya ku di 13ê îlonê da dest pê kir, şermezarîyeke eşkere ye ji bo bangên civaka navneteweyî û welatên endamên Konsêya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî. Ev yek jî bangên alîyê Ermenîstanê, yên ku dibêjin ku Adirbêcan sîyaseta xwe ya bikaranîna qewatê û olperestiyê didomîne, careke din piştrast dike.

Her wiha armanca provokasyona Adirbêcanê, ya bi vî rengî, astengkirina civîna wezîrên karên der yên her du welatan tê kirin.

Di rewşa niha da, em daxwazê ​​ji civaka navneteweyî dikin ku gavên bi bandor bên avîtin û destpêkirina mexnîzmên anegor ji bo parastina rejima agirbestê, derketina ji axa Komara Ermenîstanê bêne xebitandinê. Komara Ermenîstanê wê bi hemû rê û rêbaza, yên ku di peymana Neteweyên Yekbûyî da hatine dîyarkirin, parastina serwerî û yekparçebûna axa xwe bidomîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button