Sereke
Êrîşa Adirbêcanê gerekê bê şermezarkirinê û rawestandinê: Nîkol Pashînyan
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li ser rûpela xwe ya Twittere da nivîsîye:
“Êrîşa Adirbêcanê gerekê bê şermezarkirinê û rawestandinê”. Ev nivîsar piştî êrîşeke nû ya Adirbêcanê hatîye kirinê, wextê kîjanê sê leşkerên êrmenî hatine kuştinê.
Nîkol Paşînyan bûyera qewimî wek “êrîşa li dijî serxwebûn, serwêrî û demokrasîya Ermenistanê” nav dike.
“Vekişandina leşkerên Adirbêcanê û bicîhkirina şandeke çavdêriyê ya navneteweyî li herêmên Ermenîstanê yên di bin bandora dagirkeriya Adirbêcanê da û li herêmên nêzîkî sînor pêwîstiyeke girîng e.”