H’emû nûçeSereke

Mîrzoyan û sênatorên fransî pirsên di derbarê ewlehkarîya herêmîda gotûbêj kirine

28 ê îlonê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan dêlêgasîya bi serkarîya koma Fransîyayê û Ermenîstanêye dostîyê, ya Sênata Fransîyayê, bi serkarîya Jîlbêr Lyûk Divînaz qebûl kirîye.

Mîrzoyanê wezîr seredana dêlêgasîya sênatorên Fransîyayê silav kirîye û dostîya dualî bilind qîmet kirîye. Fikir dora pêwandîyên dualî hatine pevguhartinê.

Wextê hevdîtinê xeberdan derheqa pirsên ewlehkarî û aramîya herêmîda çûye. Mîrzoyanê wezîr derheqa agrêsîya Adirbêcanêda, ya hindava axa Ermenîstana serbixwe, raber kirîye. Wezîr daye dîyarkirinê, wekî sîyaseta Adirbêcanê, ya bi qewatê helkirina pirsgirêka, çawa ya îzinnedayînê hesab kirîye û gotîye, wekî ew yek gerekê ji alîyê civaka navneteweyîda bê şermezarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button