H’emû nûçeSereke

Ermenîstan behsên derheqa kirîna çekên hindî înkar nake: Paşînyan

“Em gavên aktîv diavêjin, ku nava goveka leşkerî-têknîkîda hevkraîya xwe bidine berfirehkirinê.Wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Ermenîstanêye Civakî, Nîkol Paşînyanê serokwezîr derheqa wan behsada xeberdaye, bi kîjana hatibû gotinê, wekî Ermenîstanê sîliha ji Hindistanê bikire.

Têma derheqa sîliha û leşkerîyêda ew têma nîne, derheqa kîjanêda minê bixwesta ku vekirî gotûbêj bikira. Feqet ez gerekê bêjim, wekî ew înformasîya, yên ku nava pirêssa Hindistanêda belav bûne, ji alîyê Komara Ermenîstanêda nehatine înkarkirinê û niha jî her tiştekî zêde naxwezim bêjim. Feqet civaka me gerekê bizanibe, wekî  gavên aktîv diavêjin, ku nava goveka leşkerî-têknîkîda em dorana hevkarîya xwe bidine berfirehkirinê.Wî alîda em gavên aktîv û întênsîv diavêjin”,-Paşînyan gotîye.

The Economic Times ê elam kiribû wekî nava mehên pêşîya meda, Hindistanê beşeke sîlihaye mezn bide Ermenîstanê. Nenihêrî wê yekê wekî hukumata Hindistanê derheqa bahê kirîna sîlihada elam nekirîye, lê rojnamê daye dîyarkirinê, wekî bahê wê peymanê 244 mîlyon dolare.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button