Sîyasetmedara kurd Belgîn Dîkên wextê hilbijartinên 31 ê adara sala 2O19 a, çawa cîgira serokbajarê nehîya Yênîşehîrê hatîye hilbijartinê. Belgîn ji Partîya Dêmokratîk, ya Gela beşdarî hilbijartina bûye.
13 ê mijdara sala 2O19 a ew ji qulixê hatîye derxistinê û dewsa wê hukumatê merivekî başqe kifş kirîye. Dîkên bi menîya wê yekê ji qulixê derxistine, wekî ew «çawa endama teşkîleta têrorîstî» hatîye gunehkarkirinê.
Mehkemê birîyara dawî duh belav kirîye. Nava birîyarêda hatîye wekilandinê, wekî sîyasetmedara kurd gerekê bê cezakirinê û bo wê yekê jî cezayê girtina şeş sala û sê meha dane Belgîn Dîkênê.