H’emû nûçeSereke
Paşînyanê li Prahayê rastî Elîyêv û Êrdogan bê
Nîkol Paşînyanê serokwezîr diçe Prahayê, li kîderê hevdîtina çaralî, ya tevî serokê Adirbêcanê, serokê Fransîyayê û serokê şêwira Yekîtîya Avropayê wê pêk bê. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyan gotîye.
Usa jî hevdîtina tevî serokê Tirkîyayê têra hatîye dîtinê û me derheqa mecala wê yekêda pêşda elam kiribû û heger tu tişt neyê guhartinê, wî çaxî ev hevdîtin dikevine nava dorana gotûbêjkirina rojeva aşîtîyê»,- Paşînyan gotîye.
Bi gotina serokwezîr ewê ji Prahayê here Sankt Pêtêrbûrgê, li kîderê wê beşdarî civîna nefermî, ya Hevalbendîya Welatên Serbest bibe.
Hevdîtin îro li paytexta Çêxîyayê têra hatîye dîtinê.