
Wekîlên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, yên leşkerî elam kirine, wekî hêzên neeyan berbi baregeha Ştatên Yekbûyî rokêt berdane, lê tu zîyan negihîştîye baregehê.
Fermandarîya Ştatên Yekbûyî negotîye ku bi fikira wê kî bona vê êrîşê cabdare.
Hatîye dîyarkirinê, wekî tenê hatîye gotinê, ku rokêt ketîye ser baregeha leşkerî, li kîderê hêzên Ştatên Yekbûyî û hevkarên wane li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê cîhwarbûyîne. Ew cîh hatîye dîtinê, ji kîderê rokêt hatibû berdanê.







