
Parlamênta Îraqê teslîmî komîtêya kirîye ku êrîşên Îranêye ser Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin.Derheqa wê yekêda parlamêntvanê ji Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Şivan Mehmed gotîye.
«Spîkêrê parlamênta Îraqê teslîmî komîtêya parastinê û ewlehkarîyê, usa jî komîtêya pirsên karên der kirîye, ku xebata xwe tevî hukumata fêdêral û hukumata Herêma Kurdistanê bidine koordînasîyakirinê ku wan êrîşa lêkolîn bikin»,- Şivan Mehmed gotîye.
Parlamêntvanê kurd daye dîyarkirinê, wekî ew hîvîyêne ku komîtê wê raportên xwe amade bikin û wextê civînên parlamêntê, ewê bêne gotûbêjkirinê.







