H’emû nûçeSereke

Ssênarên guhartina qeydê dinîyayê

Avropa ketîye nava gera  qeydê dinîya nû. Rojava wê yekê bêyî Rûsîyayê tîne ber çevê xwe. Ev nîşan ji Prahayê gihîştine Moskvayê, li kîderê serokên welatên avropî ew pirs gotûbêj dikirin.

Sîstêmên qeydê dinîya nû wê bêyî Rûsîyayêbin û ewê ji alîyê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Çînistanêda bên sazkirinê, lê Avropa jî çawa hevkara Waşîngtonê dimîne. Derheqa wê yekêda doktorê zanistîyên sîyasî Hraçya Arzûmanyanê pêşezan gotîye.

Bi gotina wî, guhartinên li dinîyayê wê bi rîya şêr bên kirinê û Ermenîstan gerekê bona şerê diha mezin hazirbe, çimkî şerê Rûsîyayê û Ykraînayê destpêke.

Arzûmanyan gotîye, wekî ev guhartin bi şerê sala 2O2O î, yê 44 rojeva destpê bûne. Bi fikira pêşezan sê ssênar hene. Bi gotina wî, Ştatên Yekbûyî diqewime serkarîkirina yekalî bide dasekinandinê. Bi ssênara duem sîstêma dualî, ya Ştatên Amêrîkayêye Ykbûyî û Çînistanê dikare hebe, wextê kîjanê Rûsîya wê çawa merkeza gêopolîtîkî nîbe. Ev yek jî dide kifşê, wekî wî çaxî li Rojhilata Navîn û Qafqasîya Başûr wê halekî çetin pêşda bê û bi gotina Arzûmanyan Ermenîstan gerekê rîya xwe qirarke û di navbera merkezên avropî û avtorîtarda bijartinê bike.

Li gorî ssênara sêem dinîya dikare bikeve nava krîzeyê û şera, xilazbûna kîjana wê tunebe.

Bi gotina Arzûmanyan, bona ku ji vê yekê dûr bimînin, pêwîste qewata leşkerî hebe û bona wê yekê jî Ermenîstan gerekê eskerê qewîn çêke, yê ku wê bikaribe nava  van halada ber xwe bide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button