Hetanî sala 2O3O î li Hewlêrê û li nehîyên dor-bera gerekê sed mîlyon dar bêne nikandinê.Derheqa wê yekêda ji hukumata Herêma Kurdistanê ragîhandine.
Wezîrê tûrîzmê derheqa wê yekêda raber kirîye. Ew proje bona zêdekirina mêşeyên dor-beraye.
Mînanî beşên Îraqêye mayîn, Kurdistan jî ji guhastina kilîmayê zîyanê ketîye. Bi vê projeyê gerekê alî provînsîya Hewlêrê bikin, ku dor-ber werguhêzî qûmistana nebin.