H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan derheqa elametîya Çaûşoglûda, ya di derbarê “sivdera Zangêzûrê”da xeberdaye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan derheqa wê elametîya wezîrê Tirkîyayêyî karên der Çaûşoglûda xeberdaye.

Bi gotina Mîrzoyan, Adirbêcan, yan jî wekîlên Adirbêcanê pêşnîyar nakin ku rêya usa hebe, qewilên kîjanê wê mînanî yên sivdera Laçînêbin: “Heger birêz Çaûşoglû ji alîyê xweda wê gotinê dike nava hevraxeberdana, wî çaxî wê  baştirbe ku ew ji navê xwe usa bêje.Ez diwekilînim, wekî Adirbêcan tiştê usa nabêje û ne jî bi hiqûqî dikare ser wê yekê bisekine.

“Tabîya meye derheqa rîya di navbera Adirbêcanê û Nexçêvanêda me îdî daye dîyarkirinê.Hemû rê gerekê bixebitin, nava wanda usa jî yên nû. Feqet ew rê wê bin qanûndarîya û serbixwetîya wan welatada bixebitin, nava kîjanara ew derbaz dibin”,- Ararat Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button