H’emû nûçeSereke

Banka hemcîhanî wê krêdîta 22,6 mîlyon yûro bide Ermenîstanê

Banka hemcîhanî wê krêdîta 22,6 mîlyon yûro bide Ermenîstanê.Derheqa vê yekêda cîgirê wezîrê çandê, perwerdê û sportê  Artûr Martîrosyan li parlamêntê gotîye.

Ev  derfet wê bona berfirehkirina bernamên nava goveka perwerdêda bêne xerckirinê.

Bi gotina cîgirê wezîr, bi wan derfeta wê li Yêrêvanê, Eşterekê, Artaşatê û Vanazorê çar mektebên bona xwendikarên dersxanên dawî bên çêkirinê. Li ser wî hîmî li 200 îdarên xwendinê wê laboratorîyayên înjênêrîyê û naskirina tebyetê bêne çêkirinê.

Nava dorana bernamêda usa jî 80 îdarên bona zarokên berî mektebê bêne çêkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button