H’emû nûçeSereke

Hevdîtina Rûbînyan-Kiliç wê li Tirkîyayê pêk bê:Sabah

Rojnama tirkîye “Sabah” ê li ser bingeha kanîyên dîplomatîk derheqa halê pêvajoya rastkirina pêwandîyên ermenîya-tirka nivîsîye. Li gorî kanîyên rojnamê, heger qayîlnivîsara aşîtîyê bê îmzekirinê, wî çaxî ewê çendbare li ser temamîya halê herêmê tehsîrke. Hatîye dîyarkirinê, wekî wextê girtina sînorê ermenîya-tirka, gilî derheqa sala 1993 ne, îzin hebûn 40 tonna eşîya derbaz bikirana û 140 hezar meriv derbazbûna. Heger sînor niha bê vekirinê, wî çaxî ew hejmar wê bi deha cara çendbarebin. Rojnamê nivîsîye, wekî komîtêya pêşezanên pêvajoya normalkirina heleqetîyên ermenîya-tirka zûtirekê wê berevbe, bona ku bi rêya kifşkirî, ya wekîlên Ermenîstanê û Tirkîyayê, Serdar Kiliç û Rûbên Rûbînyan pêşda herin. Hatîye ragîhandinê, wekî hîvîyêne ku hevdîtina mayîn wê li Tirkîyayê pêk bê.
Rojnamê daye dîyarkirinê, wekî normalbûna heleqetîyên Tirkîyayê û Ermenîstanê wê bibe bûyareke berbiçev ya ku wê bona aramîya herêmê rê bide vekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button