Sereke

Li Hewlêrê merkeza doxtirîyê, ya înfêksîyon hatîye vekirinê

Nevsên kurdaye fermî, usa jî wekîlên organîzeyên navneteweyî û dîplomatî merkeza doxtirîyêye nû li Hewlêrê vekirine. Merkez bona qenckirina nexweşên înfêksîyone.

Wextê vekirinê, wezîrê Herêma Kurdistanêyî saxlemîxweykirinê Saman Barzancî, konsûlê Almanîyayêyî li Hewlêrê Klaûs Ştrêyhêr usa jî wekîlê progirama Organîzeya Netewên Yekbûyî Zêna Elî Ahmed amade bûne.

Merkeza doxtirîyê li bakûrê provînsîyayê  hatîye vekirinê û ewê binelîyên kurd û usa jî mihacirên li wir bide qenckirinê. Avayê merkezê hukumata herêmê daye çêkirinê.Qenckirina nexweşa ji alîyê Almanîyayê û Organîzeya Netewên Yekbûyîda tê fînansekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button