H’emû nûçeSereke

Adirbêcan bûyarên obyêktîv hesab hilnade: akadêmîk

Adirbêcan bûyarên obyêktîv hesab hilnade û dibêje, wekî Qerebag axa Adirbêcanêye, pêra jî wê yekê hesab hilnade wekî Qerebag bi hezara sala nava teşkîla dewleta ermenîda bûye. Di derbarê wê yekêda, wextê forûma navnetewî, ya ser navê Prîmakov, akadêmîk Yûrî Sûvaryan gotîye.

Bi gotina wî, ji sedsala pêcada hetanî sala 1813 a Qerebag himberî dewleta serbest bi cûrê serbestbûnêye cûre-cûrera derbaz bûye, lê dîroka Adirbêcanê ji sed salî hinekî zêdetire, ji kîjana 70 sal ew nava Yekîtîya Sovyêtêdabû.

Ewî bîr anîye, wekî sala 1813 a Qerebag ketîye nava teşkîla Rûsîyayê û ji wî çaxîda binelîyên ermenî zêde bûn û Şûşî bû merkeza ermenîyaye ruhanî û çandî. “Piştî hilweşîna împêratorîya Rûsîyayê û piştî wê yekê hate cêribandinê ku Qerebagê bikine nava teşkîla Adirbêcanêye tezesazbûyî, lê ewê bi mêrxasî ber xwe da û nebû beşeke Komara Adirbêcana Dêmokratîk.Hêna Yekîtîya Sovyêtê Qerebag bû herêma serbixwe, lê piştî hilweşîna Sovyêtê bona Qerebagê şerkarîya nû destpê bû, ya ku salên 1990 î bû dewleta nû”,- Sûvaryan gotîye.

Akadêmîk usa jî bîr anîye, wekî nava encamê agrêsîya dawîda Adirbêcanê û Tirkîyayê beşeke Qerebagê dagir kirin û bona beşên mayîn qezîya pêşda anîn.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button