Wekîlê leşkerî, yê li baylozxana Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîye li Îraqê Êvans gavên wezîreta pêşmerga, yên nava rêformkirina hêzên kurdada, bilind qîmet kirîye.
Wzîrê pêşmerga Şoriş Îsmayîl, Êvans û wekîlê li konsûlxana li Hewlêrê Sanborn qebûl kirine.
Wextê hevdîtinê pirsên derheqa hevkarîya wezîreta pêşmerga û wezîreta Ştatên Yekbûyîye parastinê hatine gotûbêjkirinê û usa jî pevketin hatine destanînê, ku xalên wê dokûmêntê bêne mîyaserkirinê.
Wezîrê pêşmerga bona piştgirîya şêwirmendên amêrîkî razalixî elamî amêrîkîya kirîye.
8 ê mijdara sala 2018 a Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, Brîtanîya Mezin û Almanîya projeya ji 35 xala, ya bona rêformên wezîreta pêşmerga amade kirine, li gorî kîjanê hêzên pêşmerga gerekê bibin yek.
Wekîlê amêrîkî gavên hetanî niha avîtî bilind qîmet kirine.