Stokholmê wedekî dirêj piştgirî dida kurda, lê pirsa endamtîya nava NATO ê da pêşda hat. Tirkîyayê qayîlîya xwe bona wê yekê neda. Derheqa wê yekêda Le Figaro ê nivîsîye.
Wezîrê Swêdêyî karên der elam kirîye, wekî welatê wî gerekê xwe ji kurda dûr bigre. Serokwezîrê Swêdê wê here Tirkîyayê bona wê yekê ku Enqere qayîlîya xwe bide ku Swêd bibe endama NATO ê.
Xudanê miqalê bîr tîne wekî Swêd û Fînlandîya dixwezin bibine endamên NATO ê, lê serokê Tirkîyayê Êrdogan dijî wê yekêye û pêra jî wan welata gunehkar dike, ku ew piştgirîya opozîsîya kurd dikin. Meha hezîranêda NATO ê memorandûm îmze kir, kîjanêda dewekarîyên Enqerê jî hatine dîyarkirinê.Heger Swêdê berê piştgirî dida kurda, niha hukumata nû nêzîkbûna xwe guhartîye. Ji 30 endamên NATO ê 28 welata qayîlîya xwe dane wê yekê, ku Swêd û Fînlandîya bibine endamên NATO ê, lê Tirkîya û Macaristan dijî wê yekêne, Le Figaro bîr tîne.