SerekeSîyasî

Perwîn Bûldanê teqîna li Stembolê himberî kuştinên sala 2015 a kirîye

Seroka Partîya Dêmokratîk, ya Gela Perwîn Bûldanê elam kirîye, wekî ew  dibînin wekî teqîna li Stembolê û kuştinên sala 2015 a nêzîkî hevin.Ewê bangî hemû şerkarên bona dêmokratîyayê, qanûnê û heqîtîyê kirîye ku tabîya bi hevra dijî prorsêsa hilbijartinaye plankirî bigrin.

Bi axaftina li ber koma endamên parlamêntêye ji partîyayê, Bûldanê ew êrîş şermezar kirîye, nava encamên kîjanêda şeş meriv hatine kuştinê. Ewê gotîye: “Hukumat dicêribîne şedetîyên teqîna li Taksîmê veşêre”.

Bûldanê gotîye, wekî hukumatê cêribandîye îzinê nede ku civak derheqa rastîyêda bizanibe, çimkî piştî teqînê malperên sosîyalî hatine qutkirinê.

“Em êrîşên wî cûreyîra nasin,yên 10 ê cotmeha sala 2015 a, qetilkirinên li Sûrûçê, usa jî yên partîya meye li Amadê û usa jî kuştinên wextê şahîya li Enyntabê”,- Perwîn Bûldanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button