H’emû nûçeSereke

“Ermenîstanê çawa endama Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv bimîne”: Pêskov

Bêguman, Ermenîstanê nava Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda bimîne, nenihêrî wê yekê, wekî hemû tişt nîne ku hatîye qayîlkirinê.Derheqa wê yekêda berdevkê serokê Rûsîyayê Dmîtrî Pêskov gotîye.

Ewî gotîye, wekî mayîna organîzeyê dîsa pêwîste.

“Wextê civîna Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv têma mandata aşîtîparêza, ya li ser sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê hatîye gotûbêjkirinê.Rûsîya dîsa rola girîng nava pêvajoya helkirina pirsgirêka ermenîya-azêrîyada dilîze û wê dîsa alî herdu welata bike”,- Pêskov gotîye.

Bi gotina wî, tu kes nacêribîne îmzekirina peymana aşîtîyêye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bi wedê kifşkirî bide kifşê, lê ya sereke ewe wekî ewê bê îmzekirinê.

“Ew yek girînge, wekî  herdu welat dora peymana aşîtîyê bi hevra qayîlbin û hemû gerekê cedandina bidine xebatê, ku wê yekê bikin”,-Pêskov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button