Hêzên Asaîşê bona dîtina komên DAÎŞ ê hemû tiştî dike, çimkî piştî kirinên tirkaye van axirîya ew kom careke mayîn aktîv bûne.Hêzên Asaîşêye li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê elam kirine, wekî deh endamên DAÎŞ ê girtine. Wextê opêrasîyonê êpêce çek û sîlih hatine dîtinê.
Nava elametîyêda usa jî hatîye dîyarkirinê, wekî çawa ku Tirkîyayê destmpê kir derba bighîne wan cîha, organîzeyên têrorîstî û komên wan aktîv bûne.
Hatîye dîyarkirinê, wekî opêrasîyon berdewam dibin.