SerekeSîyasî

Ocalan doza Yûnanistanê kir

Rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê Ebduleh Ocalan ji bo doza Yûnanistanê berbirî dadgeha Avropayêye mafên mêriv bûye.

Tişt ewe, dema ku sala 1998 a Ocalan ji Yûnanistanê daxweza penaberîyê kir, sibata sala 1999 a ew li Kênîyayê bû, hatîye girtinê  û teslîmî serokatîya Tirkîyayê  kiribûn. Bo wê yekê Ocalan Yûnanistanê gunehkar dike.

Li gorî beşa medyaya bi zimanê tirkî ya “DW” ê, parêzerên Ocalan çend xalên li dijî peymana mafên mirovan dîtine, ku girêdayî serdema jîyana Ocalan ya li Yûnanistanê ye.

Ocalan  4 ê kanûna  sala 2008 ê, berbirî dadgeha  Atênkê bûye û îzbat kirîye ku biryarên sala 1999 a li dijî qanûna “ne mimkûne redkirina kesê ku du caran serî li mafê penaberîyê daye” berovajî dike. Ew 30 ê çileya  sala 2017 a ji alîyê dadgeha îdara Atênkêda hatîye redkirin.

Alîyê Yûnanistanê biryara dadgehêda dîyar kir ku ev mijar li derveyî hiqûqa îdarî ya polîtîkaya hukumeta Yûnanistanêye û ji 29 ê çile heta 15 ê sibatê ne demeke guncawe ji bo lêkolînkirina daxwaza mafê penaberîyê ji Ocalan re, her wiha dewlet ne berpirsyare ji bo xeletîyên karmendên îstîxbaratê.

Li gorî nûçeya ajansa dadgeha Avropayêye mafên mêriv, ji hukumeta Yûnanistanê pirsîne ka gelo Ocalan ji alîyê ajansên Yûnanistanêda radestî Tirkîyayê hatîye kirin.12 heftê heye dema ku alî  nêrînên xwe teslîmî dadgeha Avropayêye mafên mêriv bikin. Li ser vê bersivê wê di sala 2023 da dadgeha Avropayêye mafên mêriv biryara xwe eşkere bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button