SerekeSîyasî

Tirkîya êrîşa ser Rojavayê berdewam dike

Eskerê tirka êrîşa ser bakûr-rojhilatê Sûrîyayê berdewam dike. Van axirîya nava encamên derbgîhandina dirona tirkada, ya li gundekî Kobanê, du leşkerên Sûrîyayê birîndar bûne.

Li gorî înformasîyayên stendî, ew leşker gîhandine xistexwanê.Duh balafirên tirka li nêzîkî Til Temirê dîsa derb gîhandine dor-bera.

Xêncî wê yekê eskerê tirka çend gund û nehîyên mayîn topbaran kirine.

Hatîye ragîhandinê, wekî nava van deh rojên dawîda, 19 ê mijdarêda destpêkirî eskerê tirka mektebek, merkezeke doxtirîyê û du xistexwene dane ber bomba.Rûyê vê yekêda 13 binelîyên edil hatine kuştinê.Wextê êrîşa usa jî bombên fosforê hatine xebitandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button