H’emû nûçeSereke

Tu hêzên Ermenîstanê nava axa Qerebagêda tunene: Mîrzoyan

Tu hêzên Ermenîstanê nava axa Qerebagêda tunene, eskerê Qerebagêye parastinê heye, meremê kîjanê parastina ermenîyên Qerebagêye, çimkî li wir qezîya paqijkirinên êtnîkî heye.Armênprêssê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li parlamêntê gotîye.

“Me gelek cara elam kirîye, wekî hêzên Ermenîstanê li Qerebagê tunene. Em zanin, wekî eskerê Qerebagêye parastinê heye. Navê vî eskerî hema bi xwe dide kifşê, ku mîsîya wî xweparastine. Hewcetîya vê mîsîyayê îro heye, çimkî ser ermenîyên Qerebagê dîsa agir dikin û li ser wan tehsîr dikin.Dema ku qezîya paqijkirinên êtnîkî tunebe, bi fikira min wî çaxî ermenîyên Qerebagê wê bikaribin ssênareke başqe gotûbêj bikin”,- Mîrzoyan gotîye.

Bi xeberdana derheqa elametîya 9 ê mijdarê, wezîr gotîye, wekî pevketinên 9 ê mijdarê bi temamî nehatine mîyaserkirinê. Berê ewlin dîlên ermenîye leşkerî nehatine azaberdanê.Çi ku derheqa vekirina rêyên herêmîdane, Mîrzoyan gotîye wekî xebat û gotûbêjkirin berdewam dibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button