Parîzê her dem li rex Arsaxê û li cimeta wêbe: Ann Îdalgo
Dêlêgasîya bi serokatîya serokê Komara Arsaxê Arayîk Harûtyûnyan li Parîzê rastî seroka bajarê Parîzê Ann Îdalgoyê hatîye.
Wextê hevdîtinê pirsên derheqa pêşxistina pêwandîyên Arsaxê û Fransîyayê û yên di derbarê helkirina pirsgirênka Qerebagê hatine gotûbêjkirinê.
Arayîk Harûtyûnyan cedandinên Ann Îdalgoyê, yên bona parastina mafên cimeta Arsaxê, naskirina serxwebûna navneteweyî û piştgirîya wê, usa jî parastina mîrata Arsaxêye çandî, ruhanîye têrîtorîyayên Adirbêcanêye dagirkirî bilind qîmet kirîye. Serokê Arsaxê usa jî bona qebûlkirina birîyara derheqa naskirina serbestîya Arsaxê, ya şêwira bajarê Parîzê razalixî elam kirîye.
Harûtyûnyan daye dîyarkirinê, wekî pêşkeftina pêwandîyên navneteweyî bona Arsaxê pirseke girînge.
Seroka bajarê Parîzê daye bawarkirinê, wekî Parîzê her dem li rex Arsaxê û cimeta wêbe û wê mafên xweqirarbûna wê û jîyîna nava aþîtîyêda biparêze.