H’emû nûçeSereke

Adirbêcan dîlên leşkerî paşda venagerîne û naxweze derheqa wanda xeberde: Davît Babayan

Adirbêcan dîlên leşkerî paşda venagerîne û naxweze derheqa wanda xeberde.Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan wextê prêss-konfêransa li Yêrêvanê  gotîye.

“Çend dîl hatine paşdavegerandinê? Derheqa wê yekêda Adirbêcan dengê xwe nake. Bo wê yekê jî civaka navneteweyî gerekê mecalên berk bide xebatê”,- Babayan gotîye.

Bi dayîna bersiva wê pirsê, ku gelo diqewime bi girtina korîdora Laçînê, Adirbêcan dicêribîne usa bike ku Ermenîstan  berbi berdaxustina here, Babayan gotîye, wekî usa jî dikare bibe, lê ew yek  teribandina mafê navneteweîye. “Pêwandîyên  ermenîya-azêrîya Arsaxêva girêdayî nînin, ew li ser rasteke başqene. Ew yek teribandina mafê navneteweyîye”,- Babayan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button