H’emû nûçeSereke
Krîstîna Kivîyên qulixa baylozê ŞAY da îzbat bûye
Sênata Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bi dengdayînê Krîstîna Kivîyên qulixa baylozê Ştatên Yekbûyîye li Ermenîstanê îzbat kirîye.
Ji sala 2019 a da Krîstîna Kivîyên borcbira baylozê Ştatên Yekbûyîye li Ûkraînayê bû. Ji sala 2016 a hetanî sala 2019 a ew borcbira baylozê li Parîzê bûye û pêra jî şêwirmenda pirsên êkonomîkî bûye.
Em bêjin wekî ji sibata sala 2019 a da Lîn Trêysî bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîye li Ermenîstanê bû.