H’emû nûçeSereke
Alîyê Adirbêcanê dicêribîne Arsaxê bide tunekirinê: Davît Babayan
Wezîrê Qerebagêyî karên der Davît Babayan dewekarîya wa gotî “êkolocên” azêrîyaye derewîn, yên ku korîdora Laçînê dane girtinê, şirove kirîye.
“Daxuyanîya “êkoaktîvîstên” Adirbêcanê, ya ku êkologîyayêva girêdayî nîne û ew sîyasîyêva girêdayîye, meriv dikare çawa projeya gêopolîtîkî navke.Bi wê yekê elametîya sêalî, ya 9 ê mijdara sala 2020 î tê teribandinê. Bi vî cûreyî Adirbêcan dicêribîne Arsaxê bide tunekirinê.Nava vê hemtêkstêda gavên konkrêt, yên ji alîyê civaka navneteweyîda, bi taybetî koma Mînskêda, pêwîstin. Li vir ber çevaye, wekî ew yek îdî pirsa aşîtîparêza nîne, ew pirsa sîyasîye”,- Babayan gotîye.