H’emû nûçeSereke
ŞAY têra dibîne ku sala 2023 a alîkarîya 60 mîlyon dolarî bide Ermenîstanê lê du mîlyon dolarî bide Arsaxê
Projeya qanûna Ştatên Yekbûyîye sala 2023 a, ya fînansî têra dibîne alîkarîya 60 mîlyon dolarî bide Ermenîstanê û ya du mîlyon dolarî jî bide Arsaxê bona bêqezîyakirina mîna. Derheqa wê yekêda kongira ermenîye li Amêrîkayê ragîhandîye.
“Nava raportêda hatîye dîyarkirinê, wekî 60 mîlyon dolarên amêrîkî bidine Ermenîstanê bona piştgirîya pêşkeftina êkonomîkî, serbestîya ênêrgêtîkî, dêmokrasîyê û piştgirîya qanûnê”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.
Xêncî wê yekê têra tê dîtinê du mîlyon dolarên amêrîkî bidine Qerebagê, bona ku xebatên paqijkirina mînên neteqîyayî mîyaser bikin.