SerekeSîyasî

Herêma Kurdistanê amadeye rojên sersalêda tûrîsta qebûlke

Hukumata Herêma Kurdistanê amadekarîyên xwe ser hevda anîne, bi saya kîjana ew dikarin rojên sala Nûda tûrîsta li cem xwe qebûlkin.

Derheqa wê yekêda serokê îdara mêdîyayê, ya tûrîzma Kurdistanê Îbrahîm Ebdilmecît gotîye “BasNews” ê. Ewî daye dîyarkirinê, wekî bona tûrîsta gelek mecalên nû hatine sazkirinê.

“Mecalên hêsa li ser dergehên sînora û li firegeha hatine sazkirinê, yên ku polîsîyayêra hatine qayîlkirinê”,- ewî gotîye.

“Îsal li hemû bajarên Kurdistanê gelek teşkîldarî wê hebin û bona wê yekê jî tevî kampanîyayên tûrîstî gelek pirs hatine hevraqayîlkirinê”,- Îbrahîm Ebdilmecît gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button