Hukumata Îraqê birîyar kirîye ku axa êzdîyaye li Şengalê, ya ku 47 sal pêşda ji alîyê rêjîma Sedem Husêynda hatibû konfîskasîyakirinê paşda vegerîne. Nêzîkî 550 000 êzdî li bakûr-rojavayê Îraqê, li Şengalê dijîn.
27 ê kanûnê hukumata Îraqê qirar kir ku hebûna êzdîyaye li Şengalê paşda vegerîne ya ku 47 sal pêşda hatibû konfîskasîyakirinê û êzdî bi zordarî ji herêma xwe hatibûne derxistinê.Derheqa wê yekêda Asharq Al-Awsat ê nivîsîye.
Rêjîma Baasê sala 1975 a hebûna êzdîyaye li 146 gundên Şengalê ji wan stendibû, malên wan hedimandibûn û bîrên avê jî dabûne girtinê.