SerekeSîyasî

Dêmîrtaş piştgirî daye plana HDP ê ya bona pêşdakişandina kandîdatê xwe

“Partîya Dêmokratîk, ya Gela partîya  sîyasîye, lê ne ku koma piştgirîya kandîdatekîye, yê ku guhdarîyê nade ser partîyayê”,- derheqa wê yekêda serokê Partîya Dêmkoratîk, ya Gelan, yê berê Salhedîn Dêmîrtaş gotîye, yê ku niha hebsêdane.

“Partîya Dêmokratîk, bona dîyaloga tevî partîyayên opozîsîyon vekirîye, yên ku dixwezin kandîdatê tomerî bona qulixa serokê welêt wextê hilbijartinên sala 2023 a pêşda bikişînin. Feqet pêşdakişandina kandîdatê xwe jî gaveke normal, û ya qanûnîye”,- Sadlhedîn Dêmîrtaş gotîye.

Elametîya Dêmîrtaş piştî wê yekê belav bû, dema ku seroka partîyayê Perwîn Bûldanê elam kir, wekî partîya wan wê kandîdatê xwe pêşda bikişîne.Dêmîrtaş gotîye, wekî eva sîyaseta partîyayêye û elametîya Bûldanê, ya nişkêva nîne.

Dêmîrtaş elametîya xwe bi destî advokatên xwe daye belavkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button