Serokwezîrê Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzarnî çûye Swîsrê ku beşdarî forûma hersale, ya êkonomîkîye li Davosê bibe.
Meremê serokwezîr heye ku tevî cêrge lîdêrên cîhanî gelek planên kabînêya xwe gotûbêj bike. Gilî derheqa dîvêrsîfîkasîya êkonomîkayê, banka, dîtina sûkên nû, yên bona eşîyayên Kurdistanêye malhebûna gundîtîyê, învêstîsîya, neftê, ênêrgîya paqij û cêrge pirsên mayîndane.
Progirama hukumata Herêma Kurdistanê heye ku qulixdarîyên dewletê bide modêrnîzasîyakirinê û derkeve sûka navneteweyî.
Serokê Îraqê Letîf Reşîd jî wê beşdarî forûma li Davosê bibe.