H’emû nûçeSereke

Cûrê helkirina pirsgirêkê yê herî baş naskirina Arsaxêye: Rûbên Vardanyan

Wezîrê Arsaxêyî dewletê Rûbên Vardanyan hevpeyvîn daye hevaltîya têlêvîzîyona Fransîyayêye France 24 ê  û halê li Arsaxê raber kirîye. Wextê dorgirtina Arsaxê eva hevpeyvîna dueme ku wezîrê Arsaxêyî dewletê daye vê têlêvîzîyonê.

Bi dayîna bersiva wê pirsê ku Yekîtîya Avropayê çi cûreyî dikare alî bike, Rûbên Vardanyan gotîye wekî Avropa dikare tehsîra mezin li ser rêjîma Elîyêv bihêle, şirove bike ku sanksîyayên çi cûreyî dikarin dijî wê bêne pêşdakişandinê û bidine kifşê, wekî ew yek tiştê qebûlkirinê nîne ku 120 000 merivî, 30 000 zarok nava qewilên sermayêda bihêlin.

Çawa besriva wê pirsê, ku cimeta Arsaxê çi cûreyî ber xwe dide, wezîrê dewletê gotîye wekî nenihêrî wan hemû dijwarîya meriv xwe qewîn didine kifşê, cimet hal fem dike û wê yekê qebûl dike, wekî ev yek berdewama şerê sala 2020 î ye. Nava axaftina xweda ewî usa jî daye kifşê wekî bona serhevdaanîna vê pirsgirêkê cûrê herî baş ewe ku Arsaxê çawa dewleta serbest naskin, çimkî Adirbêcan nikare qewilên normal ne tenê bona ermenîya, lê usa jî bona cimeta xwe sazke. Vardanyan gotîye wekî ev yek careke mayîn dide kifşê, wekî ew nikarin nava teşkîla Adirbêcanêda bijîn, li kîderê ewqas hukum û êrîş ser binelîyên sîvîl hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button