SerekeSîyasî

Parlamênta Almanîyayê komkujîya êzdîyaye li Şengalê nas kirîye

Parlamênta Almanîyayê qetilkirinên êzdîyaye li Şengalê nas kirîye.Kirinên DAÎŞ ê ye sala 2014 a, yên ku li Şengalê dijî êzdîya hatine mîyaserkirinê, çawa komkujî hatine naskirinê. Parlamêntvana bi yekdengî ew rêzolyûsîya qebûl kirine.

Nava têksta rêzolyûsîyayêda usa jî bangî hukumata Almanîyayê hatîye kirinê, wekî hukumat gerekê nava Almanîyayêda û usa jî nava dereca  navneteweyîda xirabkara li ber cabdarîyê bide sekinandinê.

Înstîtûta Organîzeya Netewên Yekbûyî û parlamênta Avropayê îdî kirinên DAÎŞ ê çawa komkujî qebûl kirine. Gavên vî cûreyî ji alîyê Ermenîstanê û Aûstralîyayê, kongrêsa Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û parlamênta Şotlandîyayêda hatine avîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button