H’emû nûçeSereke

Germaya di navbera KDP ê û YNK ê da

Partîya Kurdistanêye Desthilatdar ya Dêmokratîk û Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê wê rastî hevdu bên bona ku ji hesara sîyasî derkevin û pêşîya hilbijartinên parlamêntîyê pêwandîyên xwe bidine normalkirinê.

“Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk û Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê nava pêwandîyadanin û niha dicêribînin pêşeroja nêzîkda pêwandîya bidine nomalkirinê”,-derheqa wê yekêda, wextê prêss-konfêransê, endamê byûroya sîyasî, ya Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê Seîdî Pîre gotîye. “Emê hewil bidin, ku nava civînên byûroya sîyasîda hevraqayîlbûnên sîyasî lê binihêrin û emê hevraxeberdana derheqa qayîlnivîsarên nûda derbazkin»,- ewî gotîye.

Seîdî Pîra usa jî daye dîyarkirinê, wekî di navbera Partîya Dêmokratîk û Yekîtîya Niştîmanada pêwandî hebûne û borcdarîya hemûya ewe ku statûsa Kurdistanê û prosêsa sîyasî bê xweykirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button