H’emû nûçeSereke

Bi serokatîya Elîyêv azêrî dixwezin cimeta ermenî tune bikin: cîgirê serokê  “Le Figaro”  ê  /vîdêyo/

Bi serokatîya Elîyêv azêrî dixwezin cimeta ermenî, bawarîya wan, heyîna wan tune bikin.Armênprêssê ragîhandîye wekî derheqa wê yekêda cîgirê serokê kovara fransîye bi nav û deng “Le Figaro” ê Jan Krîstof -Byûson Twittere da nivîsîye
“Azêrî ne qedirê saxa, ne jî yê mirîya digrin: duh li Nexçêvanê, îro li Arsaxê, sibê li Ermenîstanê. Bi serokatîya Elîyêv meremekî wan heye, ku cimeta ermenî, bawarîya wan, dîroka wan, mîrata wan, heyîna wan tune bikin.Kê wê wana bide sekinandinê?”,- Byûson nivîsîye.
Cîgirê serokê kovarê li rex nivîsara xwe vîdêoyek raber kirîye, kîjanêda leşkerê azêrî xaçê li ser heykelê ermenî dişkêne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button