H’emû nûçeSereke
Derheqa aktîvbûna êkstrêmîstên cihûye li Îsrayêlê

Van rojên dawî li Îsrayêlê êrîşên êkstrêmîstên cihû zêde bûne.Ew êrîş him dijî ermenîyên Îsrayêlê û him jî dijî mesîhîya hatine mîyaserkirinê.Aktîvbûna êkstrêmîzma li Îsrayêlê nava çend salên dawîda tê kifşê û ew yek ne tenê bona Îsrayêlê, lê qewînbûna temamîya herêmê qezîyaye.1 ê mijdara sala 2022 a li Îsrayêlê bijartin derbaz bûn.Açixîya partîyayên ruhanî usa jî alî êkstrêmîstên cihû dike. Tiştekî balkêşe wekî ev yek usa jî li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî çawa pirsgirêk tê qîmetkirinê, li kîderê dibêjin wekî bona komên êtnîkîye li Îsrayêlê pirsgirêk pêşda tên.Eve menî wekî van dawîya gavên provokasîyon li Îsrayêlê zêde bûne û nava wanda zîyan dighîje dîyaspora ermenîye li Felestînê.







